Hunermend Hussên Zehawî

Hez û evîn bi hevre mirova digehînin derecên herî bilind. Êca çi bextewere ew kesê ku di cewher û xwîna wî/ê da evîna ji karekî re kûr be. Hinek aşiqê axa xwene û seba wê can dibexşînin. Hinek jî evîndarên zanist û pêşkeftinên teknolojiyê ne, jiyana wan jî di labraturan da derbas dibe. Lê di nava evîndarên hez û xizmeta mirovahiyê da cihê evîndarên hunerê ji yê tevan cudatire. Ew mîna momekan dişewtin, lê ronahiya dilên bêhîvî geştir dikin. Hunermend in ku hemû heza ji jiyanê ra diafirînin. Hinek ji wan bi tena serê xwe bi milyonan kesa li pey xwe dikişînin.

Cîhana hunera Kurda ger heya duh berteng bû, lê êdî îro bi saya serê hinek ciwanên Kurd sinor bezandine. Hêdî-hêdî qêrîna Kurda ya hezar salan bi rêya hunera wan jî digehe guhê cîhanê. Çimkî heya roja îro manîfestoya êş û elemên netewa Kurd di kilam, awaz, stran û lorîkên wan da hatine xuyanê.

Berî çend roja min zanî ku Hussêyn Zehawî(Hejar) yekemîn albuma xwe li jêr navê“ ONE WORD“( YEK PEYV an jî PEYVEK) di kompaniya bi navê Awakening da, weşandiye. CD bi rêya wî gehişte destê min. Min bi baldariyek temam guhdar kir. Ew hê 16 salî bû ku hate Med TV û hema zû cihê xwe di nava dilê hunerhezan da vekir. Husên Zehawî xurtekî bi temam meina hunermend e. Ji huner û hunermendiyê re pîvanek pêwîste. Ji bona wê jî ez zû bi zû ji herkesî ra nikarim bêjim hunermend, lê wî di nava ciwanên hemû Kurdistana mezin da weke sertacê zêrînê hunermenda dibînim. Ew ji karê xwe hez dike û weke hinek kesa her rojekê neket pey karekî û ser rêyekê. Ew hem jîre, hem jî germahiya tîrêjên di çavên wî da mirov pêdihesînin ku xwedî armancên mezine. Armancên ku sinora nas naken û berfirehiya bîr û ramanên Hejar yên ji bo karekî international didin xuyanîkirin. Ew amadeye ku ji bo pêngavek serketinê heta biçe ser banê heyvê jî. Dema diaxive ji tona dengê wî hez û hêza wî jî xuyane. Di çavên wî da hezar xwezî hene û dema Defê digire destê xwe her hezar xwezî jî di livîna tiliyên wî yên li ser çermê Defê tên kifşê. Çi bextewere Hejarê me Kurda ku bi evîneke wiha mezin û bêdawî tenê rêyek girt pêşberî xwe. Ji bona wê jî sal bi sal ne tenê di karê xwe yê hunerî da pêş ket, belkî îro êdî di cîhanê da jî bû xwedî nav û nîşanek naskirî.

ONE WORD“ tevî ku yekemîn berhemê Zehawî ye, lê berhemekî cîhanîye. Min çendîn û çend cara ew CDya wî guhdar kir, birastî zû bi zû têrbûna jê ne mumkine û têhnatiya mirov bi carek - du car guhdarkirinê naşkê. CD ji heşt trackên rengîn pêk hatiye. Her carê hunermend Zehawî mirov dibe nava behra hunera netewekê li Rojhilata Navîn. Ew bi hunermedên herî mezin re xebitiye heya ku albumeke wiha hêja hatiye afirandin. Hunermendên ku jenyarên navdarin û di festîvalên cîhanî da xwedî cihekî taybetîne.

„ONE WORD“ ne tenê „ Peyv an jî wişe“yeke, belkî bi hezrana peyv û gotin ji hunera Hejarê hunermend dibarin. Hunera ku xwedî gotin be, guhdaran bixwe ra dibe nava derya xeyalan. Ger ev destpêka karê H. Zehawî be an jî weke Kurmanc dibêjin ger ev hê „Lê Lê“ bin, xuyaye ewê di esmanê hunera Kurdistan û cîhanê da mîna stêrkeke herî geş baş û rind bibiriqe. Ez bawerim emê „Lo Lo“ yên Hejarê hêja di astekî bilindtir da jî bibînin.

„ONE WORD“ ya hemû êtinîkên rû erdêye, lê enstûrmentekî muzîka Kurdî û hunermendekî Kurd hunermendên mezin kirine mêvanên xwe. Ew pêre dimeşin û serkêş Zehawî ye. Hejar bi muzîsyenên xwe yên mêvan re her carê guhdarên xwe dibe devereke cîhanê. Hunera welatên: Yunan, Kurdistan, Tirkiye, Efxanistan, Ermenistan û Iskatlend naveroka yekemîn berhemê Hussên Zehawî ne. „ONE WORD“ berhemekî hemû alî, şêwe an jî istîlên çanda şerqê tev têda hene. Muzîsyenên ku bi Hejar re rêvîngî kirine, kesên naskirî yên weke: Jenna Reid( Fiddle an jî Vîyolun) ji Iskatland, Serkan Cangri( Clarinet) ji Tirkiyê, Yusuf Mahmoud( Indian Tabla) ji Efxansitanê, Tîgran Aleksanyan( Duduk) ji Ermendiatnê, Matthaios Tsahourides( Pontic Lyra an jî kemança Yunanî) ji Yunanê, Eyub Hamis( Ney & Zorna) ji Tirkiyê û Goran Kamil( Ouda Kurdî) ji Kurdistanê ne.

Def amûrekî muzîka Kurdî ye ku bi hezaran sale di jiyana meinewîya Kurdan da cihê wê diyare. Berê Kamkara ew anîn nava muzîka Îranê û piştî wan jî ez bawerim Zehawî yekemîn kese ku ew anîye nava muzîka cîhanê jî.

Ferqa berhemekî wiha bi berhemên din di cîhana muzîka Kurdî da ewe ku stayil an jî şêweya rîtmên hunera H. Zehawî têda diyarin. Yanî Hejar bi karekî wiha ra hinek nasnameya muzîka Kurdî jî bi biyanîyan re dide naskirin. Ji aliyekî din jî herkesê ku li kuncekî vê cîhanê guhdarî CDya navbirî bike, rengînî û zengîniya muzîka çendîn herêm û êtinîkên cîhanê bêtir nas dike.

Di malpera (http://www.mosaicnetwork.co.uk/news/mosaic_talent_awards_2008/) da min hunera Husên Zehawî û xeyalên wî yên salên berê (ku êdî em bi çavên serê xwe jî dibînin), bêtir nas kir. Li „natural history museum“a bajarê London Hejar wek hunermendekî Kurd beşdarî festîvaleke mezin bû. Piştre hunera wî ji aliyê prensê Ingilstanê Charles ve hate teqdîr kirin. Wî jî mîna her Kurdekî merd û destvekirî Defa xwe pêşkê

şî prens Charles kir. Ji xeynî mamosta Şivan Perwer, Şehram Nazirî, koma Kamkaran û koma Pornazirîyên Kirmaşanê heya niha kesî nekariye hunera xwe di salonên wiha şahane û mezin da bi sedan netewên din bide naskirin, temaşe û guhdar kirin. Elbete pêwîste bêjim ku Hejar bi tevaya van hunermendên Kurd û gelek navên din yên naskirî di cîhanê da derketiye ser sehnê û bisporiya xwe bi awayekî profesyonal daye xuyanîkirin.

Husên Zehawî di dîroka hunera Kurda da hunermendê herî ciwane ku di qada cîhanê da serkeftinek wiha bi dest xistiye.

Hejar Zehawî sala 1980an di malbateke Kurd da hat dinê. Zarokatiya xwe li Îranê derbas kir û ji sala 1990an bi malbata xwe ra li Ingilistanê dijî. Ew bi esila xwe ji Kurdên başûrê Kurdistanê ne, lê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê.

Kaynak: Last.fm

Bu sayfada bulunan metinlerin kaynağı sonunda belirtilmiştir. İçeriklerin hatalı ya da uygunsuz olduğunu düşünüyorsanız lütfen bizi bilgilendirin.